Author: kurd-sthanam » Sat Aug 18, 2012 1:03 pm
Gerîlayan li Şemizînanê ala PKK’ê hilda
ANF
11:52 / 18 Tebax 2012
Şemizînan - Gerîlayên HPG’ê ku ji 23’yê ve herêmên bejahî yên Şemizînanê xistine bin kontrola xwe. Her çendî çapemeniya û AKP vê yekê înkar bike jî, lê duh dema heyeta partiyên siyasî di kontrola rê ya gerîlayan re derbas bû aşkere bû. Li gorî çavkaniyên herêmî gerîlayên HPG’ê li ser girê Goman ê li navsera Şemizînanê alên PKK û HPG’ê hilda.
Duh, heyeta partiyên siyasî ya Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk û parlementerên BDP’ê di nav de bû, dema çûn Şemizînanê di rê de li rastî nûqteya kontrolê ya gerîlayan hatin. Ev yek jî baş nîşan dide ku herêm di bin kontrola gerîlayan deye. Ev çalakiya gerîlayan êdî hişt ku çapemeniya Tirk jî vê yekê bibîne.
Li gorî çavkaniyên herêmî, gerîlayên HPG’ê piştî çalakiya di 16’ê tebaxê de li dijî Tûgaya Şemizînan li dar xistin, li ser girê Gomanê yê li navsera Şemizînanê alên PKK û HPG’ê anîn. Hate zanîn ku heta niha alên PKK û HPG’ê li navsera Şemizînanê dihejin.
‘LI HERÊMÊ EM TENÊ LI RASTÎ GERÎLAYAN HATIN’
Heyeta ji rayedarên partiyên siyasî pêk dihat çû navçeya Şemizînan a Colemêrg û di rê de li rastî nûqteya gerîlayan hatin. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî di nava heyetê de bûn, dan zanîn ku dewletê ji gundiyan re dibêje “ji vê derê derbikevin”. Kişanak jî da zanîn ku wana li cihên ew çûne tu hêzên leşker-dewletê nedîtin.
KIŞANAK: EM TENÊ LI RASTÎ HÊZÊN GERÎLAYAN HATIN
Heyetê bi gerîlayan re sohbet kir û piştre gerîla ji herêmê veqetiyan. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, derbarê serdanê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew li herêmê li rastî tu hêzên dewletê nehatin, lê li rastî gerîlayan hatin. Kişanak got; “Dewletê hêzên xwe tenê li cihêd erketina ji navçeyê kom kirine. Piştî em ji wir derbas bûn em li rastî tu hêzên dewletê nehatin. Li cihên em çûne, me bax û baxçeyên ji ber bombebaran û pevçûnan wêran bûne dît. Lê em di rê de tu hêza gerîlayan nedît. Me tenê di rê de gerîlayan dît."
ANF NEWS AGENCY
(by the way, who is ANF s editor or writers, realy wrong kurdish they use...)