Re: PYD and KNC unite and Peshmerga entered WK
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê û Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê duhî û îro li Hewlêrê civiyan û herdu meclisan li hev kir ko xebata Desteya Bilind ya Kurdî xurt bikin, hêzeka eskerî ya hevbeş ava bikin û ji aliyê siyasî ve jî daxwaza federalîzmê ji bo rojavayê Kurdistanê bikin.
Heger vê carê PYD û baskê wê yê eskerî dest ji dijminahiya xwe ya li hemberî ENKS-ê û partiyên dî yên kurdî berde şansa ko kurd bikarin bi hev re bajarên xwe hem ji ordiya Sûriyeyê û hem ji Artêşa Azad biparêzin heye.
Heta niho PYD-ê ji bo rojavayê Kurdistanê tenê behsa qebûlkirina nasnameya kurdî û mafên kulturî dikir. Li gor vê lihevkirinê PYD jî dê ji bo federalîzmê bixebite û ev helwêsteka pir nû ye.
Bûyera li Serêkaniyê û têketina hinek grupên bi navê Artêşa Azad ya wî bajarî bû zengila alarmê ji bo hemî kurdan û divêt PYD-ê jî fêm kiribe ko ew bi serê xwe nikare ti bajarên Kurdistanê ji ordiya Sûriyeyê yan Artêşa Azad biparêze.
Heger ev xebera lihevkirinê ko Rûdawê belav kiriye rast be divêt PYD rê bide pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê yên ko li başûrê Kurdistanê ne jî derbasî bjarên rojavayê Kurdistanê bibin û ew û hêzên PYD-ê di bin fermana heman qumandariya eskerî ya Desteya Bilind ya Kurdî de kar bikin.
Nefel.com