Li Kurdistanê 700 000 kurdên êzdî ji ber dînê xwe kêm tên dîtin û kurdên misilman ticaretê jî bi wan re nakin. Mîrê êzdiyan Mîr Tehsîn Begî ji rojnameya Kurdistan Niwê re behsa rewşa xirab ya deverên êzdiyan û xizmeta kêm ya li wan deveran kir.
Mîr Tehsîn Begî got devera kurdên êzdî di nêvbera îdareya hikûmeta Iraqê û îdareya hikûmeta Kurdistanê de asê maye û ev jî dibe sebeb ko ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta Kuridstanê guhê xwe dide pêşxistina deverên êzdînişîn.
Mîrê êzdiyan ji bo rewşa xirab ya aboriya deverên êzdiyan rexne li hikûmeta Kurdistanê girt û got deverên wan nayên ava kirin û hikûmet jî xwedîtiyê wan deveran nake û got:
— Xelkê êzdî nikarin sermayeguzariyê bikin çimkî hin xelk li Kurdistanê hene ko ticaretê digel êzdiyan nakin.
Mîr Tehsîn Begî behsa helwêsta êzdiyan li hemberî dînên dî kir û got:
— Kurdên êzdî rêzê ji hemî dînên dî re digirin, ji wan hez dikin. Çawa dînê wan li ba wan pîroz e wisa li dînê xelkên dî jî dinêrin.
Mîr Tehsîn Begî di heqê siyaseta partiyên Kurdistanê yên sekuler de jî got:
— Em bi hatina partî û aliyên sekuler kêfxweş in û heger ew li navçeyê nebûna me nedikarî bijîn.
Li cîhanê nêzîkî mîlyon û nîvekî êzdî hene û ji wan nêzîkî 650-700 hezar li başûrê Kurdistanê û Iraqê ne, 400 hezar li komarên kevin yên Rûsyayê ne, 150 hezar li Sûriyeyê ne, 100 hezar li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne û 150 hezar jî li Ewropayê ne.
Çavkanî: Nefel-Pukmedia