Navigator
Facebook
Search
Ads & Recent Photos
Recent Images
Random images
Welcome To Roj Bash Kurdistan 

Çîroka Newrozê

Practice speaking Kurdish here, Don't be shy , Mijar û tewer bi Kurdî

Çîroka Newrozê

PostAuthor: Kurdi-Bakur » Fri Nov 28, 2008 6:23 pm

Çîroka Newrozê

Di demeke kevn de, li welatê bapîrên kurdan, pedişek hebû, navê wî Dehak bû. Dehak, keyekî pir zalim bû. Wî welatê kurdan wêran kir. Di gund û bajaran de mirov nehiştin. Zîndanên wî, ji girtiyan tim dagirtî bûn û celadên wî ji serîbirrînê nediwestiyan. Dehak bi awayekî ji xwe bawer, tim rûdinişt, zêr û zîv û kevirên buhadar, morîk û mircanên xizna xwe dijmartin, bi hespên xwe yên rewan û esîl serbilind bû û tu kes ji xwe mezintir û di ser xwe re nedidît.
Ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû, dixwest deverên hîn firehtir werbigire û talan bike. şevekê, Dehak xewneke xirab dît. Nîvê şevê, ji ber êşeke dijwar ji xewê şiyar bû. Gazî zana û bijîşkên li qesrê kir û ji wan re got:
– Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin; yan na ez ê serê we tevan jê bikim!
Hekim û bijîşkên qesrê, li laşê Dehak nêrîn ew pelandin. Çavên wan li du birînên ku li ser her du milên wî bûn ketin. Tev bi hev re mat man. Gotinek ji devên yekî derneket. Ji ber, heta wê gavê tu kulên bi wî rengî nedîtibûn û ne jî êşek bi wî awayî bihîstibûn. Lê Dehak ji ber êşa xwe her bi ser wan de dikir qêrîn:
– Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî bidin min. Ez peritîm, şewitîm! Hûn tebîb û bijîjkên herî baş û şahreza ne. Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike? Hekîmekî ji wan, dest da ber xwe û got:
– Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan.
Belkî hekîm dixwest xwe ji berpirsiyariyê xelas bike. Lê belê ev pêşniyar ji Dehak re bû sebeb ku ji “mêjiyên teze”, mejiyê zarokan bide ser birîna xwe. Wî emir da ku her roj mejiyên du zarokan bînin, bikin qurbana birînên ser milên wî ku bibûn wek du marên qelişî û dev vekiri. Bi vî awayî, rojê bi mêjiyên du zarokên nûhatî, kulên ser milên Dehak dihatin dermankirin. Lê carna zarok ji vê belayê dihatin xelas-kirin. Zarokên ku dihatin xelaskirin li şênaya nedihiştin, rêdikirin çiyan, di şikeftan de vedişartin. Her ku diçû çiya bi mirovên reviyayî tijî dibû. Jiyan di şikeftan de berdewam bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên çiyan têra jiyana wan dikir.
Demeke dirêj derbas bû. Lê kulên ser milên Dehak bi hev ve nekeliyan. Her ku diçû xerabtir dibûn. Agir ji devê Dehak dibariya. Tirs ketibû dilê her kesî. Dayik û bav, ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên wan xew nediket çavên wan. Tu hêzeke ku tiştekî ji Dehak re bibêje tunebû. Ji tirsa zarokên xwe gelek malbatan berê xwe dabûn çiyayên asê. Lê gel nema êdî di şikeftan hildihat.
Kawa, kurdekî hesinvan bû. Zarokên wî jî ji kulên Dehak re bûbûn qurban. Edî kêr gihabû hestî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re behsa zulm û zordariya Dehak kir. Plana kuştina Dehak ji wan re eşkere kir. Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin û li benda îşareta wî man. Kawa gotibû gava ku ez Dehak bikujim, ez ê herim ser banê qesra wî agir vêxim. Ku we agir dît, bizanin ku min Dehak kuştiye. Kawa, ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi dizî li wan belav kirin. Ji xwe re çakûçekî ku mirov pê hesin dikute, çêkir. Gava leşkerên Dehak hatin ku lawê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re got:
– Hûn herin, ez ê niha, bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîşahê xwe lawê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîşahê xwe deynim. Gava leşkeran ev xeber gihandin Dehak, kêfa wî hat, şa bû û çavên wî ma li riya Kawa. Kawa, çakûçê xwe kir destê xwe, lawê xwe girt û berê xwe da qesrê. Gava gihaşt ber derî, leşkeran dergeh jê re vekir. Kawa, raste rast berê xwe da şahnişînê ku text lê vegirtî û Dehak li ser rûniştî bû.


Image
Peykerê Kaweyê Hesinker li bajarê Îsfahanê

Dehak ji Kawa re got:
– Tu qehremanekî bê hempa yî, tu nîşana fedakariyê yî. Bijî! Kawa, piştî gotinên Dehak, bêtir nêzîkî wî bû. Bi çengê lawê xwe girt û bir li ber piyên wî dirêj kir. Kawa çakûçê xwe bilind kir. Lê li şûna ku li serê lawê xwe bide, bi hemû hêz û hêla xwe daweşand serê Dehak. Taca serê wî gindirî. Piraniya leşker û xizmetkarên wî gava dîtin ku Dehak bi rastî mir, kêfa wan hat û yên mayî, ji desthilanînê ketin, teslîm bûn. Kawa bi destê lawê xwe girt û hilkişiya ser banê qesrê û agirekî gurr li wir dada. Dema heval û hogirên Kawa çav li êgir ketin, wan jî dest pê kir û êrîş anîn ser qesrê, leşker û hevalbendên Dehak yên mayî dîl girtin, yên teslîm nebûn jî kuştin. Gava gelê li çiyê jî agirê azadiyê dîtin, fêm kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hate kuştin û dawiya zordariyê hat. Wan jî li ser çiyan agirê azadiyê pêxist.
Belê wê êvarê ne tenê li çiyan, li her aliyê welêt agir hate dadan. Gel ji deverên asê daket û bi meşaleyan berê xwe da gund û bajarên xwe. Li her aliyên welêt jiyaneke nuh û azad dest pê kir. Roja din, her kesî xemla xwe girêda û li meydanan govend gerandin. Û bi xwarinên xweş li seyrangehan civiyan, kêf û şahî kirin. Ew roj, roja 21ê adarê bû. Ji wê rojê û bi vir de ye, ku her sal roja 21ê adarê wek NEWROZ, ango wek cejna yekitî, berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin


Image
Cejna Newrozê li Stenbolê, 2006

Image
Helbesteke Newrozê
User avatar
Kurdi-Bakur
Shermin
Shermin
 
Posts: 264
Joined: Tue Nov 25, 2008 8:26 pm
Location: P D K
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 1 time
Nationality: Kurd

Çîroka Newrozê

Sponsor

Sponsor
 

Re: Çîroka Newrozê

PostAuthor: Kocer » Tue Dec 02, 2008 3:05 am

Belê, te ji ya xwe got! Kerem bike li gel vê nivêsîna Lezgînê Çalî ko di malpera Nefel de hatibo belavekirin.

Kurd cejna newrozê an 21-ê adarê pîroz dikin?
HEWLÊR, 31/3 2008 — Kurd jî afirandîyên ecêb ên Xudê ne. Hindek dibêjin ko kurd mezintirîn neteweya bêdewlet a cîhanê ne. Reng e ji vê derewê mezintir her ew be ko dibêje newroz sersala kurdan e. Bi Xudê çi ji van herdu gotinan rast nîne, herdu derew in. Ne kurd mezintirîn neteweya bêdewlet in û ne jî newroz sersala wan e. Gelek netewe, bi raman komên etnîk û zimanzanistî, hene li derên mîna Hindistanê, Çînê û Emrîkaya Latîn ko hêşta jî wekî kurdan bêdewlet in.

Lê bêdewletîya kurdan tenê “bêdewletî” nîne. Derdên wan hêşta zehiftir in û barê wan hêşta girantir e. Kurd xwe dikin xwedîyên newrozê û ne her hema hind, bibêje hemî gelên dî yên cîhanê, yên mîna farisan, efxaniyan, tacîkan û yên dî, ji newrozê bêbehir jî dikin. Lê hemî kiryar, biryar, gotar, nivîsar, …ên wan bi zimanekê bêzimaniyê hawar dikin ko kurd û newroz, wêve kûve!

Hikûmeta Kurdistanê, bi hemî perleman û hikûmet û akedemî û zanîngeh û rewşenbîr û civatên nivîskaran û dîrokzanan û h.w.d. nizanin ka newroz kengê ye! Mimkin e hun bibêjin: “ji xwe diyar e ko newroz serê sala kurdan e”. Lê ez nebawer im. Bi qasî ko hikûmeta Kurdistanê li Krîsmes û serê sala zayînî pare mezaxtin nîviya wî diravî jî li newrozê ne mezaxt.

Wan ewqas pare mezaxtin ko mirovî digot qey Hezretê Mesîh li taxa Teyraweyê li Hewlêrê ji dayîka xwe Miryemaya Ezra bûye an jî li axîrzemanê dê li Hewlêrê ji esmanan ber erdî jêrda bihêt xwarê. Eger bi paremezaxtinê qîmeta tiştan diyar bibit, xweya ye ko Krîsmes li cem hikûmeta kurdan ji newrozê giravîtir e.

Sersal jî bi xebitandina salnameyê ji bo karên hikûmetê diyar dibe. Hemî karên hikûmeta Kurdistanê bi salnameya (teqwîma) zayînî dimeşin. Ji xwe her kesek jî di hikûmetê da peyda nabe ko bizane evro çendê heyva çend ji kî sala kurdî ye. Çi daxuyanîyeka hukûmetê an partiyên Kurdistanê bi salnameya kurdî nahên ragehandin. Ew hema wekî salnameya duyê jî salnameya kurdî naxebitînin.

Newroz ne hema jiber nexebitandina salnameya kurdî wekî sersala kurdan qîmeta wê nemaye. Sedemeka dî ya bêqîmetbûna wê ew e ko êdî newroz ne serê biharê ye û ne jî serê salê. Newroz bûye 21-ê heyveka zayînî. Hewe fêm kir? Niha roja newrozê jî bi tena serê xwe, wekî rojeka serbixwe nahêt diyar kirin. Newroz bi xwe jî bi salnameya zayînî diyar dibit.

Ramana vê ew e ko êdî kurd newrozê wekî roja yekê ji sala xwe an hema wekî roja yekê ji biharê jî nabînin. 21-ê heyveka zayînî navê wê kirine newroz, ez bawer im ko êdî meha wê jî ne giring e, bila adar nebe nîsan be an her meheka dî. Merema min ew e ko bibêjim newroz bi salnameya zayînî dihêt pêvan û kêşan. Ew êdî xweser nîne.

Parlamentoya Kurdistanê jî berî çend salan ev şaşiya mezin kir biryareka dî ji biryarên xwe yên şaş! Dema wan dixwest alaya Kurdistanê vebibirin, parlementeran biryar da (an jî biryara dayî erê kir) ko roja nîva alaya kurdan 21 tîrêjên wê hebin. Sedema vê jî 21-ê meheka sala zayînî bû ko dibêjinê newroz.

Îsal serê biharê 20-ê meha adarê bû. Anko li wexera xweya yeksalî da Erd li roja 20-ê adara 2008-ê zayînî gehişt wî cihî ko jê ra dibêjin “wekheviya biharî a roj û şevê”, ew roja ko şeva wê bi qasî roja wê dirêj e. Li goreyê mantiqê newrozê, newroz bi ramana serê biharê, vejîna siruşt û xwezayê, dibê ew roj roja newrozê be. Herwekî ko neteweyên xudê-kerem-digel-kirî yên mîna farisan ew roj wekî roja newrozê û sersala îranî ragehand.

Lê li Kurdistanê roja 21-ê adarê roja pîskirina xwezayê hat ragehandin! Gelo kesek nîne fêm bike ko newroz serê biharê ye an 21-ê meheka sala zayînî? Bi rastî kurd jî rihdiberên wekî xwe ne!

Hun dibînin ko eger sala zayînî ji hikûmeta Kurdistanê bistînin ew dê heyirî bimînin ka kî roj newroz, bibihurin min şaş got, 21-ê adarê ye.
User avatar
Kocer
Nubar
Nubar
 
Posts: 16
Joined: Mon Oct 03, 2005 2:38 am
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 0 time


Return to Chat Kurdi

Who is online

Registered users: No registered users

x

#{title}

#{text}