Author: Emanoelkurdistani » Mon Sep 15, 2008 10:17 pm
Standard Kirina Kurdî
Li vê gelale (proje) de emê ser standard kirina zimanê Kurdî bixebitin. Jibo gihiştina bi vê armanc em dêvê ber ji her tiştek zaravayên Kurdî dabeş bikin. Ji dîmena zimanzanî ve gelê Kurd bi 3 zimanan diaxivin ku navên wan yên navçekî (mehellî) ev in:
1.Kurdî, Kirtî, Kirdî, Kurmancî, Kurmançî, Kurmanckî, Kirmanckî, Êzidîkî, Behdînanî, Şikakî, Soranî, Goranî, Kelhûrî, Lekî, Kirmanjî, Kirmajî (girtûperê/derdorê 35,000,000 axêveran ji 40,000,000 Kurd).
2.Kurdî, Hewramî, Horamanî, Hûramî, Kakeyî, Bacelanî, Şebekî, Yarisanî, Sîwendî (nêzî 2,000,000 axêveran ji 40,000,000 Kurd).
3. Kirdkî, Zaza, Kirmanckî, Dimbilî, Donbelî, Dimilî, Zazakî, Gînî, Zonê Ma (girtûperê 2,000,000 axêveran ji 40,000,000 Kurd)
Hengavan
Duma nas kirina zimanên Kurdan em dêvê van zimanan standard bikin. Jibo standard kirin jî dêvê zaravayan û devokên van bên nas kirin:
1. Zimanê yekem ji 3 zaravayên serekî çê bûye: zaravayê Bakûrîn, zaravayê Navîn û zaravaya Başûrîn. Gelê, bi giştî, bi zaravayê yekim dibêjin “Kurmancî”. Lê li başûrê welat ji vî re “Badînî” yan jî “Behdînanî” tê gotin. Li rojhelat dibêjin “Şikakî”, carina jî “Kirmancî”. Wesa ku hûn jî dibînin “Kurmancî” baştirîn nav jibo bi nav kirina vî zaravaye.
Bi zaravayê duyem, bi giştî, dibêjin “Soranî”.
Zaravayê sêyem ku navên corancorên wî heye: “Goranî”, “Kelhûrî”, “Lekî”, “Kirmanjî”, “Kirmajî”. “Goran”, “Kelhûr” û “Lek” navê hindek hozên başûrê Kurdistanê ne û gel bi hêsanî van navan jibo bi nav kirina zaravayê xwe nipejirin. Lê navê “Kirmaj” yan jî “Kirmanj” navekî giştî ye û bi hêsanî tê pejirandin. Wesa ku hevalekî min ji bajarê Kirmaşanê demek ku ji der bare zaravayên başûrê Kurdistanê qise dikir, got: “Kelhûrî, Goranî, Îlamî, Lekî, Feylî, … ku bi giştî ji wan re dibêjin Kirmanjî!”. Hingê “Kirmanjî” wûşeyê herî baş jibo bi nav kirina zaravayê başûr e.
Paş de jî em dêvê navê giştî yê vî ziman hilbijirin. Çimku axêverên du zimanên din jî ji zimanê xwe re “Kurdî” dibêjin hingê nibe ku em navê “Kurdî” tenê jibo nas kirina yek ji 3 zimanên Kurdan bi kar bînin. Gelê li bakûr dibêjin “Kurmancî”, li navend dibêjin “Soranî” yan “Kirmancî” (jibo nimûne Kurdên bajarê Sineyê bi devokê gelê navçeyê Mukrîyanê dibêjin “Kirmancî”), li başûr jî dibêjin “Kirmanjî”. Ji dîmena min wûşeyê “Kirmanc” baştirîn nav e jibo bi nav kirina vî ziman bi giştî. Wate em dikarin bêjin “Zimanê Kirmancî” ku zaravayên vî ev in: “Kirmancîya Bakûr” yan “Kurmancî”, “Kirmancîya Navîn” yan “Soranî”, û “Kirmancîya Başûr” yan “Kirmanjî”.
2. Zimanê dûyem ku li gorê zimanzanên Ewropî bi navê “Goranî” jî nas dibe gelek zaravayan li naveroka wî da cih dibin. “Hewramî”, “Kakeyî”, “Bacelanî”, “Şebekî”, “Sîwendî” zaravayên serekî ne. Gerçî pirr rast nîye lêbelê em dikarin vî ziman bi “Goranî” nav bikin.
3. Zimanê sêyem jî bi giştî ji 3 zaravayan çê bûye: zaravayê Bakûrîn, zaravayê Navîn, zaravayê Başûrîn. Navên serekî yên vî ziman: “Kirmanckî”, “Zazakî”, “Dimilî”, “Dimbilî”, “Dimilkî”, “Zonê Ma”, “Gînî”, û “Kirdkî”. Bêcge (xeynî) ji navê “Zazakî”, navên din navçekî (mehellî) ne û belkî gel wan nipejire. Lêbelê navê “Zaza” jî ji xwe re naveke xirab e. Ji dîmena zimannasan navê “Zaza” ji zimanê Ermenî hatîye bi wateya “lal” û “bêziman”. Her wesa vî nav, “Zaza”, nave hozek (eşîretek) e. Hingê navên “Dimbil”, “Gînî”, “Kirdkî” û “Kirmanckî” dimînin. “Kirdkî” heman “Kurdî” ye û wesa ku me pêştir got em nikarin vî nave tenê jibo yek ji sê zimanên Kurdan bi kar bînin. “Dimbil”, “Dimil”, yan “Donbel” jî navê hozeke (êşîreteke) mezin e û belkî hozên din vî nav bi hêsanî nepijêrin. Navê “Gînî” jî navekî hozkî ye. Tenya navek ku paş dimîne navê “Kirmanckî” ye. Heger em ji ayînperwerî û navçeperwerî biborin, “Kirmanckî” wûşeyê herî baş jibo bi nav kirina vî ziman, ango zimanê sêyem, e. Vê gavê em dikarin zaravayên vî zimanê wesa dabeş bikin: “Kirmanckîya Bakûrîn”, “Kirmanckîya Navîn”, “Kirmanckîya Başûrîn”.
Zimanê Kurdî
Zimanên “Kirmanckî” û “Goranî” bi hevre gelek nêzî ne û em dikarin zimanên Kurdan bi du girohên serekî dabeş bikin: 1.Kirmancî (birîtî ji zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanjî ku girtûperê 90% Kurdan bi vî diaxivin) 2.Pehlewanîkî (birîtî ji zimanên Goranî û Kirmanckî ku nêzî 10% Kurdan bi van diaxivin). Kirmancî û Pehlewanîkî bi hevre koma “Zimanên Kurdî” (bi Înglîzî “Kurdic Languages”) çê dikin:
Zimanên Kurdî: A. Kirmancî B. Pehlewanîkî
Kirmancî: 1. Kirmancîya Bakûrîn (Kurmancî), Kirmancîya Navîn (Soranî), Kirmancîya Başûrîn (Kirmanjî)
Pehlewanîkî: A. Goranî B. Kirmanckî
Goranî: 1. Hewramî 2. Bacelanî 3. Şebekî 4. Kakeyî 5. Sîwendî
Kirmanckî: 1. Kirmanckîya Bakûrîn 2. Kirmanckîya Navîn 3. Kirmanckîya Başûrîn.
Hebûna Zimanên Standard: Hebûna Zimenekî Hevbeş
Niha em dizanin ku çend zimanên Kurdî hene û zaravayên wan yên serekî kîjin. Jibo hebûna zimanekî hevbeş, em dêvê van zimanan (Kirmancî, Goranî, û Kirmanckî) standard bikin. Jibo standard kirina van ber ji her tişt dêvê zaravayan bên standard kirin. Duma standard kirna zaravayan em zimanan standard dikin. Duma standard bûna Kirmancî, Goranî, û Kirmanckî em dikanin zimanekî “hevbeş” çê bikin. Wî “zimanê hevbeş” dikane wesa “Zimanê Kurdî” bê bi nav kirin.
Fermên (Şêweyên) Standard Kirin
(Deh Fermanan!)
1. Heta dibe dêvê hemî wûşeyên derekî yan ne-Kurdî (bi taybet wûşeyên Tirkî, Erebî, û Farsî < çimku wûşeyên derekî yên nav zimanê me zêdetir ji van zimanan ve hatîye girtin) bên pakij kirin û wûşeyên bineretal (orîjînal) yên Kurdî bironin cihê wan. Li pênav pakij kirina van wûşeyan em nibe bi giştî bûna wûşeyên Kurdî binîrin. Jibo nimûne “welat” wûşeyekî Erebî (~wîlayet) ye ku em dikarin bêjin li hemî navçeyên Kurdistanê û li hemî zimanan û zaravayên Kurdan de tê bi kar anîn. Lêbelê li hindek devokên Soranî de wûşeyê “dewal” jî heye kû wûşeyekî Kurdî yê pakij e. Li zimanê Medan û Evestayî de jî ji “welat” re digotin “dehûye”. Em dêvê wûşeyê “dewal” bi kar bînin û qet bed û xirab nîye heger vî wûşe tenê li hindek navçeyan de tê bi kar anîn û wûşeyekî giştî nîye çimku vî tenê wûşeyê Kurdî yê pakij e ku hê jî parastîye.
2. Bineretê (eslê) her wûşe dêvê dîyar bibe vêga em dikanin wişeyê bineretal (orîjînal) hilbijêrin. Jibo nimûne li Kirmancîya Bakûr (Kurmancî) de dibêjin “kanî”, “kenî”, “kehnî”; li Kirmancîya Navîn (Soranî) de dibêjin “kanî”; li Kirmancîya Başûr de dibêjin “kanî”, “kenî”. Ti guman nîne ku “kanî”, “kehnî” û “kanî” wuşeyên pakij yên Kurdî ne. Lê kîj bineretal (orîjînal) e? Li zimanên Îranî yên Navîn (Partî û Pehlewî) “xan” tomar kirîye. Lê li Avestayî de ev wûşe bi kirpeyê (şîklê) “kihenî” hatîye tomar kirin. Pirr baş e, wesa ku hûn dibînin “kenî” ji wan din pakijtir e.
3. Heger wûşeyekî pakij yê Kurdî li pirr navçeyên Kurdistanê bi yek cor bê axaftin lê tenê li yek navçe corekî din yê pakijtir bibe, em wûşeyê ku hemî bi giştî wî bi kar dînin hildibijêrin. Jibo nimûne li Kirmancîya Bakûr de dibêjin “çav”, “çehv”, “çev”; li Kirmancîya Navîn de dibêjin “çaw”; li Kirmancîya Başûr de dibêjin “çew”. Wûşeyê “çev/w” ji wan din pakijtir e (çimku bineretê vî wûşe “çeşm-“ e ku li Kirmancî de “-ş-“ dikeve û “-m” jî dibe “-v/w”). Lêbelê hindek ji Kurdên Feylî dibêjin “çem”. Wesa ku hûn dibînin “çem” ji “çev/w” pakijtir e lê em “çev/w” hildibijêrin çimku Kurdên Kirmancîaxêv bi pirranî “-v/w” bi kar dînin û her wesa kesek jî nikare bêje gûhartina “-m” bi “-v/w” tiştekî ne-Kurdî ye ku jibo nimûne ji zimanên Îranî yên din hatîye Kurdî.
4. Em dêvê bi pirsgirika hilbijartina wûşeyan ji dîmena nêzîkahî bi zimanên din yên Hînd-Ewropî jî binêrîn.
5. Heta dibe dêvê wûşeyên wam girtî (qerz girtî) ji zimanên Îranî yên din bên cêbicê kirin ligel wûşeyên pakij yên Kurdî. Jibo nimûne li Kirmancîya Bakûr dibêjin “derya”, “behr”, “denîz”, “zirye”; li Kirmancîya Navîn dibêjin “zirê”, “zê”, “derya”, “dengiz”; li Kirmancîya Başûr jî dibêjin “derya”, “delya”, “zirê”. Pirr di Pirr dîyar e ku “behr”, “denîz” û “dingiz” wûşeyên Erebî û Tirkî ne. Niha dimînin “derya”, “delya”, “zirê”, “zê”, û “zirye”. Be dax û gazî ve medîya yên Kurdî bi pirranî wûşeyê “derya” bi kar dînin. Belkî wan difikirin ku “derya” wûşeyekî pakijtir ji “dengiz” û “behr” e, û der barê “zirye” yan “zirê” jî tenê xwedê dizane van wûşeyan ji kû ve hatine! Bi rastî ku gelekî dax û şermezarî ye ku em jibo xwe wûşeyên pakij yên Kurdî mîna “zirye” û “zirê” wawîk (qedexe) bikin û wûşeyekî Farsî mîna “derya” bi kar bînin. Heger em bi ziman û zarê xwe hêjahî û biha nedin û wûşeyên derekî têde bi kar bînin çawa dikarin ji kesên re ku dibêjin “Kurdî ziman nîye, zaravayekî Farsî ye ku têkilê Erebî û Tirkî bûye” hereşe bikin?! Werin ji mijara xwe dur nebin, “zirye” û “zirê” wûşeyên pakij yên Kurdî ne: Evestayî “zirîye-“. Li nîvîsarên bi Partî jî “zirah” hatîye tomarên kirin. Lê li Farsîya Kevnar û Farsîyan Novar de “z” ya kevnar digûhere bi “d”. Li Farsîya Kevnar de “ed-“ lê li Kurdî de “ez” û Farsîya Novar de dibêjin “danêstan” lê em li Kurdî de dibêjin “zanîn”, “zanist”. Her wesa Farsan dibêjin “derya” û Kurdan dibêjin “zirye”!
6. Heger em nikarî hemperê (cognate) Kurdî yê wûşeyekî derekî peyda bikin lê li zimanên din yên Kurdî de hemperê wî wûşe heye em dêvê ji wî zimanê Kurdî wam (qerz) bigirin. Heger dêvê wûşeyekî derekî (wam girtî) li zimanê me de bibe, baştir e ji zimanekî Kurdî bê wam (qerz) girtin. Jibo nimûne li Kirmancî de dibêjin “wane” yan “ders”. Pirr dîyar e ku “ders” wam-wûşe (wûşeyekî derekî-wam girtî) yê Erebî ye. Her wesa “wane” jî wam-wûşe ye lêbelê ji zimanê Goranî (bi taybet Hewramî) wam girtîye. Em dikarin vî wûşe bipejirin çimku hem çê kirina wûşeyekî nû hemperê “ders”ê Erebî û “lesson”ê Înglîzî hindek dijwar e hem jî em aniha vî wûşe bi kar dînin û vî ji zimanekî Kurdî hatîye wam girtin.
7. Em dêvê çavdêrîya wûşeyên Kurdî yên kevnar jî bikin. Jibo nimûne li nivîsareke ayînî ya Feleyan (heger şaş nebêjim yê 500 salan berê niha) beşek jî bi Kurdî heye (gelek balkêş e ku di nav nivîsar de nivîsîye ku ev beş bi zimanê “Medan” e!). Li vî beş de ku bi Kirmancîya Bakûr hatîye nivîsandin wûşeyê “vêmerg” tomar kirîye. “Vêmerg” ango (ye’nî) “bêmerg”, “kesê/a her demê tê bijî”. Xala (nûkteya) balkêş ew e kû li nivîsarên Evestayî de jî “vê-“ hatîye tomar kirin lêbelê li zimanên Îranî (hetan zimanên Îranî yên Navîn mîna Partî û Pehlewî) de bi pirranî “bê-“ yan “bî-“ dîyar dibe. Dirûst e ku îroj hîç Kurdek “vê-“ bi kar nîne û hemi dibêjin “bê-“ lêbelê em dikarin bi “vê-“ mîna gencîneyek pakijtir û kevanr binîrin û geh geh vî bi kar bînin.
8. Belkî çend wûşeyên me bû ku hemi wan pakij bûn û bineretalîtî (orîjînalî) ya wan jî beranber bû, vêga em hemî wan hildibijêrin û li demê bi kar anîn de jî em dikarin binîrin ku kîj wûşe zêdetir axêverên xwe heye. Jibo nimûne li Kirmancîya Bakûr de dibêjin “anîn”, “hanîn”, “înan”; li Kirmancîya Navîn de dibêjin “hênan”, “hawirdin”; li Kirmancîya Başûr de jî dibêjin “awirdin”. “Anîn”, “hanîn”, “înan”, û “hênan” ji yek bineret (esl) in û wûşeyê herî pakij jî “anîn” e çimku van wûşeyan ji zimanê Partî wam-girtîne (li Partî de “an-“, Pehlewî “anîden”). “Hawirdin” û “awirdin” jî ji yek bineret (esl) in û “awirdin” bineretaltir (orîjînaltir) e: Evestayî “e-biride-“, Pehlewî “awûrden”. Wesa ku hûn dibînin ti cîyawazî li nav de nîye û her du wûşeyan (hem “anîn” hem jî “awirdin”) bineretal (orîjînal) in. Niha her du wûşeyan dikarin bên bi kar awirdin (anîn).
9. Em dêvê radeyan bi kar bînin (bêrin) ango (ye’nî) ji xwe re bêjin em kijan tiştan bêtir/zêdetir dixwazin. Jibo nimûne wesa ku dizanin zimanên Kurdî zimanên Hînd-Ewropî bû lê duma hatina Hînd-Îranîyan gelekî binemayên (elementên) Hînd-Îranî ketine nav Kurdî wesa ku îroj zimanên Kurdan wesa beşek ji zimanên Îranî tên nas kirin. Lêbelê hê jî hindek şonpêyên zimanên ber-Aryani mîna zimanên “Anatolîyayî”yê le hindek zaravayên Kurdî de mane. Jibo nimûne li Kirmancîya Navîn (Soranî) û Kirmancîya Başûrîn (Kirmanjî) de dibêjin “qul” ango (ye’nî) “pê”. Bineretê (eslê) vî wûşe yek ji zimanên Anatolîyayî ye: “kul*”. Hindek wûşeyên bineretal (orîjînal) yên din jî hene ku bineretê (eslê) Îranî ji wan re çine û dikarin ji zimanên kevnar yên Anatolîyayê bibin. Qet ji bir nekin ku wan wûşeyan nasnameya mene û pajo (sabît, îsbat) dikin ku bapîr û bavkalên me be ji hatina gelên Îranî jî li vî derê de dijîn.
10. Û fermana me ya dawî: em girtûperê (derdorê) 40,000,000 ne. Demê tû ji bajarekî Kurdan diçî bajarekî din dibînî zar û zimanê wan tê cîyawazî (ferq) kirin. Gelek cîyawazîyan û dugonî (îxtîlaf) ketîye nav me. Niha ez, xortek ji bajarê Sine, dixwazim dest bi xebateke nû bikim dakû em bileztir û zûtir bi hêvîya sed saleya Kurdan “hebûna zimanekî standard û hevbeş” bigehin. Daxwaza min j we-werin germtir biaxivin: ey birayê hêja, ey xwîşka birêz, ey rewşinbîr, dilsoz, ey mamesta, ey bawo, ey dayê, daxwaza min je te ew e ku werin dest nav destê hev binin û zimanê xwe pêş bixin. Zaravayê minê dayikî “Soranî” ye, zarava yan zimanê we her tiştek heye be, werin “zimanên standardên me bibe”, werin “zimanê hevbeşê me bibe”. Fermana dehem ev e: armanca te jibo standard kirina zimanê Kurdî her tiştek heye lê qet ji bîr neke ku “heger jibo armanceke mezin dixebitî dêvê mezin bibînî, mezin hizir bikey (bifikirî)”. Em bi nêrînên navçekî, hozkî, yan bajarî nikarin bi armancên mezin bigihin.
Xwedê Ligel We Be!
But when the prayer is over then disperse abroad in the land and seek the grace of God, and remember God much, that you may be successful.