Navigator
Facebook
Search
Ads & Recent Photos
Recent Images
Random images
Welcome To Roj Bash Kurdistan 

Filmê "Û Nêrgiz Bshkivîn" xelata Rêxistin

Practice speaking Kurdish here, Don't be shy , Mijar û tewer bi Kurdî

Filmê "Û Nêrgiz Bshkivîn" xelata Rêxistin

PostAuthor: dyaoko » Fri Feb 24, 2006 7:24 pm

Filmê "Û Nêrgiz Bişkivîn" xelata Rêxistina Efûyê wergirt

Berlin-Avesta: Di Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya Berlînê "Berlinale" 2006 de, Rêxistina
Efûyê ya Navnetewî "Amnesty International" Filmê Kurdî " Û Nêrgiz Bişkivîn"
xelat kir.


Ev du sal in ku Amnesty vê xelatê pêşkêş dike. Nirxê xelatê 2500 Euro ye.
Filmê Kurdî yê ku ji aliyê du derhênerên başûrê Kurdistanê ve hatiye
kişandin di beşa Panorama de beşdarî Berlînale bûbû. Mesûd Salih û Hisên
Hesen Elî, him nivîskar him derhêner û him jî lîstikvanên "Û Nêrgiz
Bişkivîn" in.

Fîlmê "Û Nêrgiz Bişkivîn" tekoşîna Kurdan ya li başûrê Kurdistanê li dijî
rêjîma Sedam Hisên di salên heftêyî de radixe ber çavan. Ew behsa çîroka
ciwanekî kurd dike ku dikeve nava rêzên Pêşmergeyan û beşdarî şer dibe. Bi
demê re, ew dibîne ku şerê çekdarî weke alaveke siyasî ne di ciyê xwe de ye.
Li şûna şer êdî mijarên wekî mirovayetî, lêborîn û hêviya jiyaneke hevbeş ya
aştîyane ya çandên cuda dibin xalên giring.
First they ignore you, then they laugh at you, then they fight you, then YOU WIN !
User avatar
dyaoko
Shaswar
Shaswar
Founder
Founder
Site Admin
Site Admin
 
Posts: 3383
Images: 105
Joined: Tue Mar 15, 2005 10:09 am
Location: Kurdistan
Highscores: 1
Arcade winning challenges: 1
Has thanked: 287 times
Been thanked: 358 times
Nationality: Kurd

Filmê "Û Nêrgiz Bshkivîn" xelata Rêxistin

Sponsor

Sponsor
 

Return to Chat Kurdi

Who is online

Registered users: Bing [Bot], Majestic-12 [Bot]

x

#{title}

#{text}