Peyva Kurdistan bû sedema nerazîbûna Faşîstên Tirk
08 Sibat, 2006
HAWARDENGÛBAS,AMED,Kurdistan –Peyva “Kurdistan” dîsa bû sedema nerzîbûna faşîstên Tirk.Wisa dixûye ku Tirkan wê zû bi zû rastîya Kurdistanê nepejirînin.
Di dersekê de li Zanîngeha Bîlkentê ya Turkiyeyê mamosteyekî bi binyada xwe elmanî, ji ber ku li şûna "rojava û başûrê rojavaya Turkiyeyê" bi peyva Kurdistanê bi kar nerzîbûnên tund û şovenî di nav wê zankoyê de peyda bû û hin xwendkarên dilteng ders li cih hişt.
Profesor Diemut Majer di dersa dîroka Ewrupayê de li şûna "rojava û başûrê rojavaya Turkiyeyê" peyva Kurdistanê bi kar aniye ji ber wê yekê xwendkar aciz bûne û ders li cih hiştiye.
Piştre Cîgirê Serokê Zanîngeha Bîlkentê Profesor Turgut Tan dikeve di nav wê pirsê de û dest bi lêkolînê kir.
Li ser wê yekê gelo çima wî peyva Kurdistan bi kar aniye, Diemut Majer got:"Ji min kirî navê wê herêmê Kurdistan e."
Cihê gotinê ye, Zanîngeha Bîlkent yek ji mezintirîn zanîngehên Turkiyeyê ye û xwendin bi zimanê îngîlîzî ye
Ji HAWARDENGÛBAS.com hatiye veguheztin.
http://www.hawardengubas.com/
URL'ya nûçeyê
http://www.hawardengubas.com/KURDISTANR ... tan_08.htm