Rojnameya Azadiya Welatê ko terefdara Partiya Karkerên Kurdistanê ye di sernivîsara hejmara xwe ya dawiyê de behsa “danûstandinên veşartî” dike û dibêje baş e ko serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pişta çareserkirina problema kurdî li bakur bi rêyên eskerî nagire û arîkariya dewleta Tirkiyeyê nake. Lê belê Azadiya Welat dibêje rêya çareserkirina siyasî jî di ser rêberê wan Abdullah Ocalanî re derbas dibe û divêt Mesûd Barzanî bi aşkerayî pişta Abdullah Ocalanî bigire.
Di dawiya sernivîsarê de rojnameya Azadiya Welatê wiha dinivîsîne:
— Ji daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî xuya ye ko êdî kurd nabin parçeyekê konsepta înkarê ya Dewlata Tirk. Bêguman kurdên Başûr jî edî di warê şert û mercan de ne mîna beriya deh salan e. Birêz Barzanî diyar kir ko li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd encax bi riya siyasî bê çareserkirin. Bêguman çareseriya siyasî encax bi mûxatabên siyasî re pêk bê. Jixwe bi salan e ko di serî de birêz Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi her awayî ji bo çareseriya bêçek û siyasî bi dehan proje pêşkêşkirin. Yanî mûxatabê siyasî li Tirkiyeyê diyar e û bêguman Ocalan e. Ya herî rast ew e ko Barzanî vê navnîşanê bi awayekî zelal diyar bike û rola ko dikeve ser milê wî bilîze.
Vê pehîza borî jî apociyan û eskerên tirkan bi bihaneya “mertalên zindî” 527 xortên kurd ji bakur birin başûr û kirin gerîlayên PKK-ê. Serokê partiya tirkan DYP-ê û serokê berê yê asayîşa giştî ya Tirkiyeyê, Mehmet Agarî duhî ji rojnamevanê tirk yê rojnameya Hurriyetê Cuneyt Ulseverî re got Tirkiye dikare problema apociyên li Qandîlê çareser bike lê belê sala 2006-ê guhortinên mezin dê çêbin û bi zimanekê nîvaşkera Mehmet Agarî got pêwistî dê bi apociyên li Qendîlê çêbe.
Misteşarê MIT-ê yê berê Koksal Sonmez jî îro ji rojnamevanê Milliyetê Derya Sazakî re dibêje bi îhtimaleka mezin operasyoneka tirkî-emerîkî li ser Qendîlê pêk nayêt. Derya Sazak dipirse û dibêje Tirkiye ji bo operasyonekê li ser Qendîlê zorê li Emerîkayê dike. Koksal Sonmez dibêje şika wî ji zoriyeka wisa û operasyoneka wisa heye.
Li gor Koksal Sonmezî ji ber ko Emerîka, kurdên başûr yanî Mesûd Barzanî û Celal Talebanî û Îran xwe nade ber operasyoneka wisa heger Tirkiye bi serê xwe operasyoneka wisa bike jî ti encamê jê nagire.
Ev demek e ko medyaya tirkan bi zanebûn behsa hevdîtina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê MIT-a tirkan Emre Tanerî dikin û dixwazin wisa bidin nîşan dan ko Mesûd Barzanî bi MIT-ê re kar dike. Piştî daxuyaniyên Mesûd Barzanî û redkirina wî ya operasyoneka eskerî li başûrê Kurdistanê vêca apocî dibêjin heger Mesûd Barzanî bi MIT-ê re kar neke bila bi Abdullah Ocalanî re kar bike û pişta wî bigire.
Problem ji PKK-ê û rêberê wê Abdullah Ocalanî pir mezintir e û tirk PKK-ê û Abdullah Ocalanî wekî joker li hemî deran bi kar tînin.
Li başûrê Kurdistanê dewleteka kurdî ya federal ava bûye û ew di destûra nû ya Iraqê de jî hatiye qebûl kirin û piştgirya nêvneteweyî ji wê dewleta kurdî re çêbûye. Tirk jî niho mijûlê reorganîzekirina têkiliyên xwe yên digel başûrê Kurdistanê ne û tenê medyaya tirkan behsa apociyan û hebûna wan di nêv vê bazarê de dike.
Dema ko Emerîka û Yekîtiya Ewropayê zorê didin Tirkiyeyê ew ne ji bo apociyan û rêberê wan Abdullah Ocalanî lê belê ji ber miletê kurd zorê didin tirkan. Dema ko serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje rêya çareserkirina problema kurdî li bakurê Kurdistanê siyasî ye ew ne ji bo ko berê kurdan bide Abdullah Ocalanî wisa dibêje.
Hemî kes û hemî aktorên mezin yên siyaseta Rojhilata-nêvê û Kurdistanê dizanin ko PKK û rêberê wê Abdullah Ocalan parçeyek ji siyaseta dewlet û ordiya tirkan e. Medyaya tirkan û ya apociyan bi zanebûn berê kurdan didin PKK-ê û Abdullah Ocalanî û ew jî ne xerîb e.
Nivîskar: Nefel-Nûçe