Zaravayên Zikmakî yên We
Dirod û Silav Hevalno
Jibo standard kirina zimanê Kurdî em pêwîst û pêdivê bi gencîneyê hemi zaravayên Kurdî hene dakû bikarin zimanekî standard yê Kurdî çê bikin. Wesa ye ku ez ji we daxwaz dikim ku bi zaravayê xwe yê nacçekî wûşeyên taybet binvîsin. Jibo nimûne li devera Serhedê ji “dayîk” re dibêjin “cîyê” yan jî “dîyê” yan ku li Meletî û Mereşê de ji “ziwa” re dibêjin “zo”, li Kurmancîya Şêx Bizinî de jî bi “gotin” dibêjin “bêtin”. 100% zaravayê we yê navçekî jî ligel Kurmancîya navçeyên din cîyawazî û ferq dike. Ba jibo pêş xistina karê me ber bi hebûna Kurdîyekî Standard, kerem bikin û herçi cîyawazî û ferq nav zaravayê xwe ligel Kurmancîya deverên din dizanin binivîsin. Ev cîyawazîyan dikarin di wûşeyan, yan gramer û rêziman de bibin.
Gelek Sipas
------------------------------------
Zarawekanî Zikmakî Êwe
Dirod û Silaw Hewalekan
Bo standard kirdinî zimanî Kurdî ême pêwîstman heye be gencîneyek le hemû zarawakanî Kurdî dakû bitwanîn zimanêkî standardî Kurdî dirûst bikeyn. Her weha le êwey berêz daxwaz dekem ke be zarawekanî nawçekî xotan herçî wûşey taybet denasin lêre da binûsin. Bo nimûne le Mehabad da dellên “rojêkî dike” bellam le Sine û Hewlêr da dellên “rojêkî tir” her weha le Mehabad, Silêmanî û Hewlêr da dellên “billêm” bellam le Sine da dellên “bêjim”. 100% zarawakey nawçekî êwe legell Soranî zomekanî dîkewe cîyawazî deka. Dêy bo pêş xistinî karî ême berew hebûnî Kurdîyekî Standard, fermûn û herçî cîyawazî le naw zaraweketan legell Soranî nawçekanî dîkewe debînin binûsin. Em cîyawazîyane detwanin le barî wûşegel, ya gramer û rêziman da ben.
Zor Sipas
--------------------------------------
Zaraweyli Zikmak (Daligî) Îwe
Dirûd û Silam Hamalegan
Erra standard kirdini zûwani Kurdî îme pêwîst û nîyaz dîrîm we gencîneyg le gişt zarawegani Kurdî dakû bitwanîm zûwanîgi standardi Kurdî dirûst bikeym. Her wa le îwey berêz daxwaz û dawakarî keym ke we zaraweganî nawçeyî xwetan herçî wûşey taybet nasin leyre binûsin. Erra nimûne le Kirmaşan da ûşîm “tûwastin” welê le Bîcar û Îlam da ûşin “xwastin” û Lekeylîş ûşin “gîstin”. 100% zarawegey nawçeyî îweş legell Kurdî başûr cîyawazî û ferqeylîg dîrîd. Dêy erra pêş xistini karegeman werew daştini Kurdîgi Standard, fermûn û herçî cîyawazî le naw zarawegetan legerd zarawegani ewtir Kurdî Başûr dînin erraman binûsin. Î cîyawazîyel û ferqyele tûwanin le hem le barî wûşe bûn hemîş le barî gramer û rêzûwan.
Fire Sipas