Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalanî bi rêya eboqatên xwe got divêt Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê yanî MGK di civîna xwe ya îro de biryarekê bide û komploya li hemberî PKK-ê û Tirkiyeyê xera bike. Abdullah Ocalanî got nehiştina PKK-ê ji Tirkiyeyê re zerer e û ew dê rê li ber kurdên wekî Şerefedîn Elçî û Sertaç Bucakî veke û daxwaza federalîzmê ji bo bakurê Kurdistanê dê xurttir bibe.
Abdullah Ocalan ferqekê diêxe nêvbera dewletê û hêzên eskerî de û dibêje dewlet dixwaze PKK-ê nehêle û dibêje dîplomatê emerîkî Richard Holbrooke mîmarê nehiştina PKK-ê ye. Abdullah Ocalan behsa rola neqşibendiyan di vê siyasetê de dike û mebesta wî ji dewletê hikûmeta AKP-ê ye. Berî demekî Recep Tayyip Erdoganî dîplomatê emerîkî Richard Holbrooke dawetî Tirkiyeyê kir û paşê ew çû başûrê Kurdistanê digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser meseleya PKK-ê axivî.
Abdullah Ocalanî behsa erka xwe ya dîrokî kir û got:
— Ej ji pêwistiya berpirsiyariya xwe ya tarîxî û siyasî dibêjim. Yekcarnehiştina PKK-ê ne di menfeeta Tirkiyeyê de ye. Heger xebat bo nehiştina PKK-ê bêt kirin yan jî cih lê bêt teng kirin hingê projeya demokrasiyê dê zererê bibîne û wekî min behsê kirî ew kesên ko meyla wan parastina federasyonê ye dê xurt bibin. Ez hişdariyê didim û hingê PKK jî dikare ber bi wê meylê ve biherike. Ez heta niho jî wisa dihesibînim ko înisiyatîva min li ser PKK-ê heye. Berî ko qiyameta reş rabe divêt em vê meseleyê çareser bikin.
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî got PKK dê li hemberî komploya nehiştinê li ber xwe bide û got:
— PKK dê li ber xwe bide. Em bibêjin ko PKK xelas kirin. Baş e piştî hingê dê çi bibe? Paşê dê bi pir daxwazên zêdetir bi daxwaza federasyonê derkevin hemberî Tirkiyeyê. Hak-Par heye. Kadep nû ava bû. Heger PKK xelas bibe ji bo federasyonê ev dê bêne derxistin bo pêş û dê daxwaza federasyonê ji Tirkiyeyê bikin.
Abdullah Ocalanî got li Kurdistanê du meylên berxwedanê hene û got:
— Meyla yekê ew e ya ko xwe dispêre tebeqeya bilind ya kurdan û federasyonê ji xwe re dike esas. Nûnerên vê tebeqeyê li başûr Barzanî û Talebanî ye. Li bakur jî lingê wê Kadep û Hak-Par heye. Sertaç Bucak eve 30 sal e ko digel îstixbarata Elmanyayê di têkiliyê de ye. Berdevkên federasyonê Şerefedîn Elçî û Sertaç Bucak e. Evên he emerîkacî ne, rizgariyê ji Emerîka û Yekîtiya Ewropayê hêvî dikin.
Li hemberî meyla federasyonxwazan Abdullah Ocalanî got meyla wî heye û got daxwaza wî ”projeya demokratîk” e. Abdullah Ocalanî got ew daxwaza federasyon û axê û tixûban nake û tenê dixwaze mafên kulturî û ferdî hebin û got ew piştgirê ”dewleta unîter”, ”dezgehên qanûna esasî” û ”prensîpên esasî yên dewletê” ye.