Navigator
Facebook
Search
Ads & Recent Photos
Recent Images
Random images
Welcome To Roj Bash Kurdistan 

Oda Çirokan

Practice speaking Kurdish here, Don't be shy , Mijar û tewer bi Kurdî

Oda Çirokan

PostAuthor: Fato » Thu Aug 10, 2006 8:54 pm

Dûvké rûvi

Hebû tunebû pirek hebû. Bizineke wé hebû.
Piré her roj bizina xwe didot, sir dadani sivderé û diçû malê cirana.
Heta vedigerya, dahat dinhéri sir tune.
Careké ji bizina xwe dot, sir dani ciyé her roj, da balte û xwe li pij déri da teland.
Hew néheri rûvi tele-tel hat kete sivdere, deve xwe kire diziké, sir gisk çelpand, ew bû wé derketa biçuya, piré balte kewki kiré.
Balte léket poça rûvi koké da firand. Rûvi ancaxi seré xwe xilaz kir, revi çu nava rûvyé havalén xwe.
De, rûvyé bé dûvik wé çawa be? Heval gisk pe kenyan, qerfé xwe lé kirin, ketine kir:

Rûviko, mûviko,
Kané dûviko?


Rûvi ji zû dibin. Dit çare ji ji hevala nave, xwe xwe ji nikare bé poç debûrke, rabû çû ber deré piré:
''Yan bira min bikuje, yan ji dûvke min bide.''
Piré ji anibû dûvké rûvi bi nexs û renga, bi mori-mircana xemilandibû, sivdere xwe da dadakiribû.
Rûvi bi lavayi hate piré:

Piré, piré dûvké min bide
Herim, herim...


Piré goté: '' Here siré min bine''
Rûvi çû cem biziné goté :

Bizin. bizin sir bide,
Sir pir bide,
Pir dûvké min bide,
Herim, herim..


Biziné goté: ''Here mi ra çilo (giya) bine''
Rûvi çû cem daré, goté: :


Daré, daré çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin sir bide,
Sir pir bide,
Pir dûvké min bide,
Herim, herim..


Daré goté: '' Here avé bine ser koka min da ke''
"Cû cem kaniye goté:

Kani, kani av bide
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin sir bide,
Sir pir bide,
Pir dûvké min bide,
Herim, herim..


Kanyé goté: '' Here béje keçika, bira bén dora min govendé bigrin, bilizen, ku av bide der, avé ji hilçinin bivin''
Rûvi çû lavayi keçika kir:

Keçek. keçek pé kuti,
Pé ani kuti,
Kani av bide.
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin sir bide,
Sir pir bide,
Pir dûvké min bide,
Herim, herim..


Keçika goté: '' Em péxas in, here me ra sola bine''
Çu cem solbend, goté:

Solbend, solbend sol bide,
Sol keçik bide,
Keçik pé kuti,
Pé ani kuti,
Kani av bide.
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin sir bide,
Sir pir bide,
Pir dûvké min bide,
Herim, herim..


Solbend goté: '' Here heqé min, héka bine''.
Çû cem miriské, goté

Mirisk, Mirisk hék bide,
Hék solbend bide,
Solbend sol bidé,
Sol keçik bide,
Keçik pé kuti,
Pé ani kuti,
Kani av bide.
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin sir bide,
Sir pir bide,
Pir dûvké min bide,
Herim, herim..


Miriska goté: ''Here me ra qût bine''.
Çu cem kewaré, goté:


Kewar, kewar qût bide,
Qut mirisk bide,
Mirisk hék bide,
Hék solbend bide,
Solbend sol bidé,
Sol keçik bide,
Keçik pé kuti,
Pé ani kuti,
Kani av bide.
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin sir bide,
Sir pir bide,
Pir dûvké min bide,
Herim, herim..


Kewaré goté: ''Deryé min hilsaye, here hinek heri bine pé çeke, qût xwe ra bive''.
Baran bari bû, hema ber deré kewaré erd dûbû heri, Rûvi gote erdé:

Erdé, Erdé heri bide,
Heri kewar bide,
Kewar qut bide,
Qut mirisk bide,
Mirisk hék bide,
Hék solbend bide,
Solbend sol bidé,
Sol keçik bide,
Keçik pé kuti,
Pé ani kuti,
Kani av bide.
Av dar bide,
Dar çilo bide,
Çilo bizin bide,
Bizin sir bide,
Sir pir bide,
Pir dûvké min bide,
Herim, herim..


De, erd-ax, dé ye, ruhber ji tev ewleré wé ne, tu kesi ra nana nake, goté:
''Çikas dixwazi ji xwe ra hilde''.
Rûvi heri hilda pé deré kewaré çékir. Kewaré qût dayé.
Qût da miriské, mirisk hék daye
Hék bir da solbend, solbend sol dayé.
Sol bir da keçika, keçika sol pékirin, dora kaniye govend girtin, listen.
Av ji kaniye kisya. Keçika av hilçinin birin li ser daré da kirin, dare çilo dayé.
Çilo bir da biziné. biziné sir dayé. Sir bir da piré, piré ji dûvké wi yi xemilandiyibedew ani, rind bi wi va dirût.
Rûvi sa bû, da tawlebazya, çû nava rûvya. heval dora wi tov bûn, dûvke wi yi bedew ditin, li ber lava kirin, çika wi dûvké usayi bedev ji ku aniye,
ew ji herin ji xwe ra binin...
Lé ruvi qerf û qaré wan, tirané wan bira nekiribû, dixwast heyfa xwe ji wan hilde, gote wan:
-Hûn dixwezin dûvk;e we giska mina dûvké min be?
Hemi hevre goten:
-Eré!
- De weki use ne, bidne pey min.

Rûvi hevalé xwe hemi tov kirin, da pey xwe, bir ber çeme néziki gund.
Zivista bû, sur-serma.
Çem qerimi bû, tek ci ciya cemed sikesti bû.
Rûvi got wan:
- D^vke xwe tékine nava avé, heta sibé.
Sibé dûvké we yé minani yé min be.
Wan dûvké xwe kirne avé, hetani sibé sekinin.
De hiskiya zivistané, duvké wan cemedé va qerimi; bû mina kevir.
Rûviye me ji qestana çû keta nava gund, seye gund pe hesyan, dane pey, ew ji revi û seyé pey xwe ani beri nav rûviyé ser çem da. Bi xwe ji çû xwe li ber zinareki da teland û li wan méze kir. De seyé gund, seyé sivanan én dir, bi rûviyé cemedé va qerimi qelibin.
Sa hinek xeniqandin, hineka poça xwe qetandin, qol, revin, seré xwe xilaz kirin.
Ya nebûyi hate seré rûvya.
Rûvyé me ji, li dûr va wan dinhéri û dikenya:

Rûvikno, mûvikno,
Kané dûvikno?...


Image
Too many people are trying to meet the right person,
instead of trying to be the right person
User avatar
Fato
Nubar
Nubar
 
Posts: 30
Joined: Mon Aug 07, 2006 1:23 pm
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 0 time

Oda Çirokan

Sponsor

Sponsor
 

PostAuthor: Fato » Thu Aug 10, 2006 8:57 pm

Kumsoré

Hebû tunebû keçeke biçûk hebû. Her tim kumekî sor li serê wê bû. Loma jê re digotin keça kumsorê. Rojekê pîrika wê nexwes ketibû. Diya wê selikek tijî xwarin kir û ew sand mala pîrka wê. Lê berî ku wê bisîne sîret lê kir:
“Nebe nebe ku tu li nav daristanê bisekinî ha. Rast here ku gur neyê pêsiya te.”
Kumsorê soz da diya xwe ku ew di nav daristanê de nesekine.
Wê selik girt û ber bi mala pîrika xwe ve mesiya. Di nav daristanê de rastî kulîlkên gelek xwesik hat. Soza ku dabû diya xwe ji bîr kir, sekinî û ji pîrika xwe re kûlîlk berhev kirin. Hingê ji nav daran gurek derket. Gur bi rûyekî ken ber bi Kumsorê ve çû û got:
- Rojbas keça xwesik, tu vê sibê zû bi ku de diçî?
- Dapîra min nexwes e. Ez diçim mala wê.
- Dapîra te li ku ye?
- Ew li pas wî girê han, di holika xwe de dijî.
Gur kêf da, sa bû da, keçik li cih hist û ber bi mala pîrê ve bazda. Çû çû û gihîst ber mala pîrê, li derî xist.
Pîrê bi dengekî bilind got:
- Ev kî ye?
Gur dengê xwe wek dengê Kumsorê kir û got:
- Eeee ez im ez, pîrê. Ez Kumsorê me. Min ji te re xwarin anîye.
Pîrê got:
- Derî vekiri ye, were hundir!
Gur tavilê derî vekir û xwe avêt ser pîrê. Pîr bi carekê de daqurtand. Kincên pîrê li xwe kirin û kete nav nivînên wê. Li benda Kumsorê ma.
Kumsorê bi têra xwe kulîlk berhev kirin, pasê kete rê û çû mala pîrika xwe. Dema ku gîhast mala pîrikê, dît ku derî vekirî ye. Kete hundir û deng li pîrika xwe kir. Got:
- Pîrê, diya min ji te re xwarin sandiye!
Gur bi zarê pîrê kir û got:
- Tu bi xêr hatî keça min a delal. Min pir bêriya te kiriye. Ka were cem min, bikeve nav nivînan.
Keçikê selika xwarinê li ber serê pîrê danî û ket hembêza wê. Destê xwe li ser rûyê “pîrê” gerand û pirsî:
- Pîrê, guhên te çima weha mezin in?
- Ji bo ku te bastir bibihîzim.
- Ev çavên te çima weha mezin in?
- Ji bo ku te bastir bibînim.
- Ev pozê te çima weha mezin e?
- Ji bo ku te bastir bîhn bikim.
- Destên te çima weha mezin in?
- Ji bo ku te bastir hembêz bikim.
- Devê te çima weha mezin e?
- Ji bo ku te bixwim.

Gur Kumsêrê jî bi carekê de daqurtand. Zikê gur nepixî û di nav ciyê pîrê de bi xew ve çû. Hewqas pir xwaribû ku pife pif û xure xur pê ketibû.
Lê sansê wan hebû. Neçîrwanek ji ber mala pîrê re derbaz bû. Xure xura gur bîhîst. Ber bi derî ve çû. Derî vekirî bû. Hêdika çû hundir. Dît ku gurek di nav nivînên pîrêde ye. Zikê gur qelast. Pîrê û Kumsor jê derxistin. Dema ku Kumsorê derkete derve, got:
- Oy, zikê gur çiqas tarî bû!
Nêçîrvan û pîrê ji Kumsorê re gotin:
- Carek din bi ya mezinên xwe bike ha!

Image
Too many people are trying to meet the right person,
instead of trying to be the right person
User avatar
Fato
Nubar
Nubar
 
Posts: 30
Joined: Mon Aug 07, 2006 1:23 pm
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 0 time

PostAuthor: Fato » Thu Aug 10, 2006 9:05 pm

Mem û Zin



Di dema berê de padîşahek hebû, ku navê wî Mîr Zeyneddîn bû û jê re digotin «Mîrê Botan». Emîrê Kurdan bû û paytexta wî jî bajarê Cizîrê bû. Mîrekî gellek bikêrhatî, di îdara xwe de xwedan hêz, edalet û merhamet bû. Bi merdî û camêriya xwe ji Hatemê Tayî merdtir, bi mêrxasiya xwe ji Rustemê Zal pêşdetir bû.
Xwedê dewlemendiyek û navdariyeke mezin dabûyê. Xezînên wî bi zêr û mucewheran, qesr û haremên wî bi xulam û cariyên wekî horiyên buhuştê tijî bûn.
Wî Mîrî du xuşkên ji hev sipehîtir hebûn ku navê yekê Zîn û ya din jî Sitî bû. Zîn zeriyeka weka horiyekê û Sitî jî esmereka weka periyekê bû. Ew her di haremê de bûn, ji dervayî haremê kesî ruyê wan nedîtibû, lê nav û dengê sipehîtiya wan bûbû daxa dilê herkesî.
Di dîwana Mîrê Botan de wezîrên wî û gellek xulam, xizmetkar, fedaî û emirber hebûn. Hemî di xizmeta wî de bûn, sadiqên wî, li ber emr û fermana wî bûn. Le di nava wan de du meriv hebûn ku ji tevan bêtir hezkiriyên ber dilê Mîr bûn. Mîr baweriya xwe dida wan û xwe disparte wan. Ew jî bi her awayî li ber fermana Mîr bûn. Yek jê navê wî Tacdîn bû ku , çeşnîgir, serdefter û serwerê muhafizên Mîr bû, kurrê Iskenderê wezîr bû. Tacdînî du bira hebûn ku navê yekî Arif û yê din Çeko bû.
Merivê din navê wî Mem bû ku ew jî hevalê herî nêzîk ê Tecdîn bû. Ew ji biran jî nêzîktirî hev bûn. Mem jî kurrê Debîrrê Dîwanê bû. Ew bi xwe jî muhafizê Mîr bû.
Di wê demê de adet welê bû gava sal vedigeriya û dibû Newroz, qet kes di mal û xaniyan de nediman, herkes ji zarokên pêçekê heta bigihîje pîr û kalan ji malan derdiketin û diçûn ser mêrg û çîmenan, nava bax û baxçeyan, serê kanî û avan ji xwe re dikirin ciyê şahî û ahengan. Bi taybetî keç û xortên nezewicandî, xwe dixemilandin û derdiketin meydanê ku hev du biecibînin û pişt re bi riya mezinên xwe hevdu bixwazin.
Newroza wê salê jî gava hat kes di bajêr de nema hemû derketin dervayê bajêr. Hin peyatî çûn nava baxan, hin bi siwarî çûn ber quntarên çiyayan. Hemû xanim û xatûn derketin nava gulîstanan.
Memo û Tacdîn jî rabûn, cil û xemlên keçikan li xwe kirin û derketin nava şahiya Newrozê. Gava li nava ahengê digerriyan, pê hesiyan ku du xortên nenas ên gellek li hevhatî û bikêrhatî û mêrxasên del û dînane daketine nava şahî û ahengê, dikin şerr û dueloyan. Ne bi xweşikiya xwe kes digihîje wan û ne bi mêrxasiya xwe kes dikare bi wan.
Memo û Tacdîn şaş bûnn meraq kirin ku gello ev her du xort kî ne û ji cinsê kê ne. Her du bi evraz ketin ku ber bi wan kuran ve biçin û wan bibînin bê kî ne. Carekê pêrgiyî van her du kurran hatin ku Xwedêwo çi kurr in. Du kurrên wekî du peykeran(heykelan)! Wekî du şahên stêrkan. şêl û lixwekirina wan wek hev in. Bi carekê de dilê xwe berdan wan û bêheş ketin, aqilê xwe revandin!
Wan her du kurran jî dîtin ku yarebî, du horî û periyên sipehî li ber wan rawestiyan e. Tu dibêjî qey wek du perçên hîvê ne, lê ne welleh wekî tîrêjên rojê ne! Wan jî bi carekê de dilê xwe xistin wan û wan jî aqilê xwe ji ber sipehîtiya wan „keçan¾ revandin û bêhiş ketin!
Pişt re hemî bi hişê xwe ve hatin û hema gustîlkên xwe bi hev guherrandin û ji hev veqetiyan.
Memo û Tacdîn gava vegeriyan malê, ji ber wê dilketina xwe nexweş ketin û ketin nava nivînan, şewk û taqeta jiyanê bi wan re nema. Gellek lê fikirin û bala xwe dan gustîlkan. Dawiya dawî tê derxistin ku xwedanê gustîlkan ne du kurr in, lê Sitî û Zîn bi xwe ne!
Tu nebê roja ku bûye Newroz wan her du xwişkên Mîrî jî rabûne cil û bergên kurran li xwe kirine û bi vî awayî daketine meydana şahiyê û ketine şerr û dueloyan. Tacdîn dawiya dawî gote Memo:
- Rabe bira çi eyba vê heye, em du şêr in û ew du xezal in! Pir eyb e ku em ji destê wan binalin!
Memoyî got:
- Bira ma tu nizanî, tu zen meke ku di laş û ruhê min de cihekî saxlem maye, ez bi her awayê xwe ji ber destê vê evînê perçe perçe bûme! Bi vî awayî ew man birîndar.
Em werin ser Sitî û Zînê. Ew jî vegeriyan malê, lê ew jî hîn bi tevayî bi ser hişê xwe ve nehatibûn.
Dayîneka wan a bi navê Hayzebûn hebû, yeka dinya dîtî ya bi tecrube bû. Gava halê Sitî û Zînê dît pirsî got:
‚‚Hûn gellek guherî ne, we xêr e, çi bi serê we de hatiye?
Zînê got:
‚‚ Ey hewesa dil û hinavan, ey ronahiya her dû çavan, ya Dayînê! Gava em çûn ahenga Newrozê, me du keç dîtin ku wan dilê me revandin û em dîn û nexweş kirin û bi vî awayî bêhal kirin.
Dayînê got:
- Lawo, tiştekî ecêb e ku hûn dibêjin ew keç bûn. Piştî ku hûn keç in ne tebiî ye ku dilê we ketibe keçan, çimkî ya tebîî ew e ku meyla we ber bi kurran ve herre!
Wan got:
-Dayê, vane gustîlkên wan û yên me jî bi wan re ne. De here xwediyên van gustîlkan bibîne, bê kî ne!
Dayîn rabû çû ba remildarekî û remil avêt, dît ku xwediyê gustîlkan yek jê Memo ye û yê din jî Tacdîn e. Vegeriya hat ji keçan re mesele got. Zînê got:
- Dayê, here wan bibîne û ji wan re bibêje ku Zînê Mem û Sitîyê jî Tacdîn divê. Heke we jî em divên, li gor adet û usûlan xwazgîniyan ji Mîr re bişînin û me bixwazin.
Dayîn rabû çû gustîlk rê Memo û Tacdînî dan û tiştê Zînê jê re gotî ji wan re got.
Wan jî rabûn hinek alim, mîr û kal û pîr wekî xwazgînî rêkirin huzûra Mîr ku pêşiyê Sityê ji Mîr bixwazin. Ew çûn, gotin:
- Ya Mîrê mezin, Tu Tacdînî dinasî , ew ew qas nêzî te ye. Me divê em erz bikin ku Tacdîn Sitîyê ji te dixwaze heta niha ew xizmetkarê te ye niha dixwaze tu wî bikî damadê xwe jî.
Mîr dibêje:
-‚ Ser seran û ser çavan, piştî ku hûn hetine, min jî Sitî daye Tacdînî. Heta îro Tacdîn di xizmeta me de bû, de rabin dawetê li dar xin îro em jî deynê xwe eda bikin di dawetê de ez jî jê re xizmetê bikim.
Daweteka nedît hat li darxistin. Bi şev û rojan kêf û aheng hatin kirin, saqîyan şerab gerrandin, xulaman sifre danîn û rakirin. Raqqas reqisîn û mûsîkajenan jî musîk lêdan û stran gotin. Pişt re Sitî kirin bûk û birin xistin qesra Tecdînî. Ew zewicîn bi dilê xwe şa bûn.
Li wê derê man Mem û Zîn.
Di vê der ê de divê em bêjin ku Mîrî bi navê Beko dergevanek hebû. Ew yekî fesad, dekzan û dilreş bû. Kes ji wî ne razî bû, ji Mîr re digotin ku « ya Mîr vî merivê fesad ê dilreş li ber dergehê xwe mehêle, wî bavêje, ew rûmeta mezinayî û edaleta te dixîne.
Lê Mîr jê ne digeriya û digot:
- Em kesên Mîr u hukumdar, ne ku tenê tabiên rast û durust, her kesên bi vî awayî jî me divên. Yên wiha lazim in ji bo aşê me zaliman bigerînin. Ev Beko rojekê het, wî ji Mîrî re got:
- Mîrê min te qîmet da Tacdînî, te Sitî lê mahr kir û ew kir zavayê xwe, lê ez dibêjim qey wî çav bera textê te daye. Roja ku te Sitî da wî, wî jî ji ber xwe ve Zîn daye Memê.
Gava Mîr ev yek bihîst ji hedê der aciz bû, bi hêrs got:
- Ez difikirîm ku zînê bidim Memê, lê ez son dixiwim bi text û taca xwe ku ji niha pê ve kî were Zînê ji min bixwaze ezê serê wî bibirim.
Bi vî awayî nema kesî karî were Zînê ji Memê re bixwaze. Zîn ma di haremê de bi tena xwe. Berê Sitî heval û hemderda wê bû, lê îro ew jî tunebû, ew bi tena xwe di nava agirê evîna ji ber Memê roj bi roj diheliya û zirav dibû. Bi şev û rojan digiriya û dinaliya.
Memê jî ji ber evînê sergerdan bûbû, sekn û tebat lê nemabû, geh li ber ava Dîcleyê û geh li çol û çiyan, li ser burc û kelatan bi tena xwe digeriya û diket xewn û xeyala bi Zînê re. Ew jî roj bi roj diheliya diçû.
Rojekê, gava wextê nêçîr û şikarê hat, Mîr hemû peyayên bajêr kom kirin û li gel mîr û axayên dora xwe çûn nêçirê. Memê nexweş bû neçûbû nêçîrê. Gava fikirî ku kes zilam nemaye di bajêr de. Rabû ber bi baxçeyê qesra herema Mîr ve çû bi wê hêviyê ku belkî Zînê bibîne. Di wê demê de Zîn jî derketibû nava baxçeyê qesrê. Li wir ew û Memo rastî hev hatin, heta êvarê têr bi hev şa bûn. Êvarê ew ji xwe ve çûbûn ku Mîr tevî maiyeta xwe ket nava baxçe bi ser wan de hat. Zînê firsend nedî ku bireve ji wê derê here, hema ket bin Eba Memê. Mem o xwe li nexweşiya giran danî û ji ber Mîr ranebû, lê Tacdîn fahm kir ku Zînê di bin eba wî de ye . Zû çû agir bi qesra xwe xist ku Mîr û maiyeta xwe ber bi hewara wî de werin, Zînê jî ji vê firsendê xelas be, here alî malê. Welê kir, hemî çûn ber bi hewara Tacdînî ve ku agirê qesrê bitemirînin. Bi vî awayî Zîn jî xelas bû.
Lê roj bi roj evîna Mem û Zînê ket ser zarê xelkê. Li nava xelkê Cizîrê herkesî behsa evîna wan kir. Xeber ket belavbûneka wiha ku Beko ev yek firsend dît çû xwe gîhand Mîr û got ku têkiliyên Mem û Zînê di devê her kesî de ne. Mîr gellekî pê êşiya, lê got:
‚‚ Bi gûman û texmînan nabe, ma gelo em ê çawa rastiya wê derxin?
Beko got:
- Memo yekî welê ye ku tu caran ji bo te derewan nake. Bang bike pê re setrencê bileyize. Gava te ew bir, şertê xwe li ser ferz ke, bipirse ku hezkiriya wî kî ye. Ew ê rast ji te re bêje ku Zîn e. Bi vî awayî ku wî bi xwe ev yek îtîraf kir îdî ferman a te ye, tu yê cezayê wî bidiyê.
Li ser vê yekê Mîr Memo vexwend ji bo leystika setrencê. Mem hat bi Mîrî re setrenc leyist. Di leystikên pêşiyê de Memo zora Mîr dibir. Beko di wê gavê de dît ku di pencereyeka pişt Memo re ji alî haremê ve Zîn jî leystika setrencê temaşe dike. Hîleyek ket bîra wî, got:
-‚ Ya Mîrê min, ji bo şansê te vegere tu û Memo ciyê xwe bi hev biguherin. Welê kirin û cardin dest bi leystikê kirin. Gava Memo cihê xwe guherand berê wî ket Zînê û çavê wî bi Zînê ket. Ji wê deqê pê ve çavên wî tim li Zînê man, heş ji serê wî çû, nema karî bala xwe bide ser setrencê. Çend leystik gerandin jî hemî caran Mîr zora wî bir. Dawiya dawîn Mîr xalib û Memo mexlûb îlan bû.
Mîr li ser şert ji Memo pirsî, got:
-‚ Memo ka ji min re bêje ya ku dilê te revandiye kî ye navê wê çi ye?
Hema Beko xwe avêt meydanê û got:
- Mîrê min ya ku Memo dilê xwe xistiyê keçeka Bedewî ya Ereb a reş a lêv deqandî ye!
Ev yek gellek bi Memo nexweş hat, got:
-‚ Na Mîrê min ya ku dilê min revandiye yeka Kurd a esilzade ye, keça mîran e û nevê wê jî Zîn e.
Gava Mîr ev yek bihîst gellek hêrs bû û ji muhafizan re got ku rabin wî bikujin. Muhafizan şûr û xencerên xwe kêşan û berê xwe dan Memo. Mem jî şûrê xwe kişand. Gava Tacdîn, Çeko û Arif ev yek dîtin, wan jî şûrê xwe kişandin û xwe dan pişta Memo û berê xwe dan Mîr:
-‚ Heta hûn me hersiyan nekujin em nahêlin kes destê xwe bigihînin Memo. Bira muhafiz xwe vekêşin, pişt re Mîrê me çi ferman dike bira ew bixwe bike. Muhafizan xwe vekişandin, Mîr rabû dest û piyên Memoyî bestin û ew şand avêt zîndaneka bêbinî.
Memê di zîndanê de û Zînê di haremê de dest bi çîlekêşiyê kirin. Çîleya Memê hat nuxteyek wilo, ew qas kişiya ku Memê ji derdê evîna dinyayî ya Zînê xwe wenda kir ket nav evîna îlahî û heş û aqilê xwe di wir de wenda kir, hemî têkiliyên xwe ji dinya maddî birrîn, bû murşîdekî evîndarê îlahî. Zîn jî bi wî awayî xwe da çîleyê û bû weka murîdeka vî murşîdê evîndar. Nav û dengê derd û êşa wan li nava Cizîrê bela bû, xelk jî bi derd û kulên wan re êşiyan, nalet li Beko barandin û dilê xwe ji Mîr hiştin ku çima ev neheq lî van evîndaran kiriye. Aciziya xelkê gihîşt noxteyeka welê ku Tacdîn û birayên xwe biryar dan ku herin huzûra Mîr bêjin bira ya Memê ji Zîndanê derêxe yan ew amade ne ku şerê wî bikin.
Gava Beko pê hesiya ku xelk her ku diçe bîhnteng dibe, Tacdîn û birayên xwe haziriya derketina hemberî Mîr dikin, ji serîhildanekê tirsiya, zû çû xwe gîhand Mîrî û mesele jê re zelal kir ku xelk aciz bûye, ya çêtir ew e ku di demeke wiha de riyeka nerm bide ber xwe û aciziya milet daxe. Got ku :
- Here ji Zînê re bêje ku min Memo efû kiriye, tu serbest î herî wî bibînî. Gava ew here ziyareta Memo, Memo ew qas zeîf û bêhal bûye ku dilê wî debar nake ji ber çavpêketina Zînê wê bimre here, bi vî awayî wê mesele bitemire.
Mîr çû ev yek ji Zînê re got, lê tam di wê wextê de xeber hat ku Memo di zîndanê de miriye. Zînê, Dayîna wê, Sitî û gellek cariyên wê bi bezî bezî çûn zîndanê, dîtin ku Memê miriye. Lê gava Zînê destê xwe di serê wî da û gazî wî kir, ew vejiya, lê Zîn nasnekir, jê re gotin vaye Zîn hatiye huzûra te, tu jî rabe here bexişîna xwe ji Mîr bixwaze, Mîr hazir e te efû bike. Wê gavê tê ji zîndanê derkevî û bigihîjî Zînê. Lê wî ev yek red kir got;
- Ez tenê Xwedê wek mîrê xwe dinasim, ez naçim ji qûlan efûyê naxwazim.
Zîn û dora xwe vegeriyan qesrê. Ku Mîrî ev yek bihîstin, bi rastî îdî poşman bû, hem Mem û hem Zîn efû kir. Lê xeber hat ku Mem ebediyen miriye. Girî û şîn bi vê xeberê re ket nava bajarê Cizîrê. Xelkê Cizîrê hemî bi hev re rabûn bi merasim û hela helayeka mezin a wekî roja heşrê Memo birin di gorrê de veşartin. Zînê jî ji Mîr Zeyneddînê birayê xwe re got ku:
- Piştî mirina Memo ez nikarim bijîm, ez ê jî bimrim xwe bigihînim wî. Lê min divê di zewaca Tacdîn û Sitîyê de te çawa dawetek mezin li dar xist tu ji bo me jî dawetek wiha li dar xî.
Zînê çû xwe avêt ser gorra Memê û giriya, heta ku ew jî mir. Di wê navê re gava Tacdîn ber bi hawara mirina Memo ve diçû, rastî Beko hat, şûrê xwe kêşa û ew li wê derê kuşt.
Cizîrî rabûn Zîn jî anîn xistin gorra Memê û Beko jî li goreka nêzî wan veşartin. Piştî demekê du darên servîyan li ser gorrê şîn bûn lê stirîyek di navbera wan de hilat û nehişt ku ew xwe bigihînin hev.
Ji wê rojê pê ve xelkê heta heta Mem û Zîn bi navê evîndarên zulmlêkirî û Beko jî bi navê fesadî û gelaciyê bibîr anîn ji xwe re kirin îbret.
Too many people are trying to meet the right person,
instead of trying to be the right person
User avatar
Fato
Nubar
Nubar
 
Posts: 30
Joined: Mon Aug 07, 2006 1:23 pm
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 0 time

PostAuthor: some.one » Fri Aug 11, 2006 12:41 pm

oh ,yeah nice çiroks :D even if im unable to understand them.

some.one
Nubar
Nubar
 
Posts: 25
Joined: Tue Jul 11, 2006 1:06 pm
Location: Turkey
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 0 time

PostAuthor: Diri » Fri Aug 11, 2006 1:18 pm

some.one wrote:oh ,yeah nice çiroks :D even if im unable to understand them.


Haha :D Cool...

Inshallah you will learn Kurdish soooooon :D


Destên te neêshin Fato - Te chîrokên gellek xwesh bo me pêshkêshkirin! :D

Bijîîî...
Image
Image
User avatar
Diri
Shaswar
Shaswar
 
Posts: 6517
Joined: Thu May 12, 2005 11:59 am
Location: Norway
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 2 times
Been thanked: 10 times
Nationality: Kurd

PostAuthor: some.one » Fri Aug 11, 2006 1:30 pm

inşallah hevalé min..Xuda ji te razi be.

kurmanci min çawa ye? you see ,başe başe

:lol:

some.one
Nubar
Nubar
 
Posts: 25
Joined: Tue Jul 11, 2006 1:06 pm
Location: Turkey
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 0 time

PostAuthor: Diri » Fri Aug 11, 2006 1:37 pm

some.one wrote:inşallah hevalé min..Xuda ji te razi be.

kurmanci min çawa ye? you see ,başe başe

:lol:


Mashallah! :D Kurmanciya te GELLEK bashe! :D

Dest xosh... Tu zû fêr dibî...

Quick learner... :wink:
Image
Image
User avatar
Diri
Shaswar
Shaswar
 
Posts: 6517
Joined: Thu May 12, 2005 11:59 am
Location: Norway
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 2 times
Been thanked: 10 times
Nationality: Kurd

PostAuthor: Fato » Fri Aug 11, 2006 3:51 pm

Diri wrote:
some.one wrote:oh ,yeah nice çiroks :D even if im unable to understand them.


Haha :D Cool...

Inshallah you will learn Kurdish soooooon :D


Destên te neêshin Fato - Te chîrokên gellek xwesh bo me pêshkêshkirin! :D

Bijîîî...


Aah supas.. :P
and some.one.. ur idd a quick learner.. :D
My compliments ^^
Too many people are trying to meet the right person,
instead of trying to be the right person
User avatar
Fato
Nubar
Nubar
 
Posts: 30
Joined: Mon Aug 07, 2006 1:23 pm
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 0 time

PostAuthor: dyaoko » Fri Aug 11, 2006 7:14 pm

zor sipas , fato min le kateky zooda emane dexwenim
(thanks fato, I will read them soon)
First they ignore you, then they laugh at you, then they fight you, then YOU WIN !
User avatar
dyaoko
Shaswar
Shaswar
Founder
Founder
Site Admin
Site Admin
 
Posts: 3383
Images: 105
Joined: Tue Mar 15, 2005 10:09 am
Location: Kurdistan
Highscores: 1
Arcade winning challenges: 1
Has thanked: 287 times
Been thanked: 358 times
Nationality: Kurd

PostAuthor: Fato » Fri Aug 11, 2006 7:31 pm

Haha no problem.. after u've read them.. tell me.. ill post more.. ^^
Too many people are trying to meet the right person,
instead of trying to be the right person
User avatar
Fato
Nubar
Nubar
 
Posts: 30
Joined: Mon Aug 07, 2006 1:23 pm
Highscores: 0
Arcade winning challenges: 0
Has thanked: 0 time
Been thanked: 0 time


Return to Chat Kurdi

Who is online

Registered users: Bing [Bot], Google [Bot], Majestic-12 [Bot]

x

#{title}

#{text}