Navigator
Facebook
Search
Ads & Recent Photos
Recent Images
Random images
Welcome To Roj Bash Kurdistan 

BBC: Zekeriya yek ji stranbêjên herî mezinên Rojhilata

Practice speaking Kurdish here, Don't be shy , Mijar û tewer bi Kurdî

BBC: Zekeriya yek ji stranbêjên herî mezinên Rojhilata

PostAuthor: dyaoko » Wed May 31, 2006 9:03 pm

Image
Malpera bbc6music nivîseka li dor hunermendê mezinê kurd Zekeriya Ebdulla weşandiye ku ji Ansklopedyaya cîhaniya Wikipedia vegehastiye û bi navê "Zekeriya Ebdulla yek ji stranbêjên herî mezinên Rojhilata Navîn" weşandiye û tê de dibêje:-

Zekeriya Ebdulla li Hewlêrê li Kurdistanê hatiye dinê, di zaroktiya xwe de piraniya dem û heza xwe bi mûzîkê re derbas kiriye. Ew di malebatekê de mezin bû ku mûzîk wek hogira herî xwe ya mezin qebûl dikir.
Image
Di sala 1993ê de koçbarî Swêdê bû û dest bi karê mûzîkê kir, her li wir bi stranbêjîn navdêrên kurd re dest bi jenîna Kîborê kir. Di sala 1998ê de yekemîn albuma xwe (To hatî) weşand û ev albuma wî bû pira wî ya ku jê ve derbasî cîhana mûzîkê bû û karibû navê xwe li wir bide bihîstin.

Sala 2000ê albuma xwe ya bi navê "Bigerrêwe" weşand, piştire karên xwe pêşvetir birin û bi riya weşandina albuma "Daye"di sala 2001ê de bêtirî milyoneka alîgirên kurd li xwe civandin. Piştî vê yekê jî berdewam pêşve çûye, bi awakî ku her dema bixwaze dikare pir alîgiran li dorên xwe bicivîne.

Sala 2002ê albuma xwe ya silverî ya bi navê "Rojgar" weşand û bala hemû alîgirên mûzîka Kurdistanê kişande ser xwe. Heta niha jî 1.5 milyon kopiyên vê albumê hatine çapkirin û li Kurdistanê bûye albuya wî ya silverî. Bi riya vê albumê pir alîgirên wî li Kurdistanê çê bûn. Di vê albumê de 14 stran hene, herweha jî gelek stranên xwe kirine vîdeo klîp û li kanalên kurdî yên wek Kurdistan TV û KURDsatê têne weşandin û tenê ji stêrikeka hunerî jî mezintir û rêzdartir bûye.

Baweriya Zekeriya tenê bi stêrikbûyinê nehatiye û albuma "Tîlînaz" jî di sala 2004ê de weşand ku bû albuma zêrîna Zekeriya û li Kurdistanê sê milyon kopiyên wê hatine çapkirin. Pir alîgirên Zekeriya yên ciwan hene, lê belê alîgirên mûzîka wî di nava hemû temenan de jî hene.

Niha jî Zekeriya ji bo alîgirên xwe bi stafeka nû re mijûlî afirandinê ye û hun dikarin nûçeyên wî yên herî nû jî di malpera wî de bixwînin:

http://www.zakariamusic.com
First they ignore you, then they laugh at you, then they fight you, then YOU WIN !
User avatar
dyaoko
Shaswar
Shaswar
Founder
Founder
Site Admin
Site Admin
 
Posts: 3383
Images: 105
Joined: Tue Mar 15, 2005 10:09 am
Location: Kurdistan
Highscores: 1
Arcade winning challenges: 1
Has thanked: 287 times
Been thanked: 358 times
Nationality: Kurd

BBC: Zekeriya yek ji stranbêjên herî mezinên Rojhilata

Sponsor

Sponsor
 

Return to Chat Kurdi

Who is online

Registered users: Bing [Bot]

x

#{title}

#{text}